Desteya Jîngehê plan û projeyên paşerojê aşkera kirin
Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku bi armanca pêşxistina rewşa jîngehê û xurtkirina domdar ew ê li kantonên herêmê projeyên jîngehê pêk bînin.

Li gorî malpera fermî ya Rêveberiya Xweser, Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê plansazî û projeyên paşerojê yên bi armanca pêşxistina rewşa jîngehî li herêmê, aşkere kirin.
Projeyên desteyê wiha ne; nûjenkirina navendeke jîngehê ya nû li kantona Dêrazorê, lidarxistina gelek însiyatîf û hemleyan li kantonê, avakirina şitilgeheke çandiniyê li herêma Çelebiyê ya kantona Firatê, avakirina şitilgehekê li kantona Dêrazorê û amadekirina taqîgeheke avê û jinûve amadekirina herêma Çiyayê Kezwanê "Ebdulezîz" û çandina daran.
Hevseroka desteyê Besma Mihemed got ew ê cîhazekî mobîl ji bo şopandina hewa û pîvandina kalîteya wê û taqîgeheke mobîl ji bo taqîkirina ava vexwarinê li herêmê, aktîv bikin.
Besma Mihemed diyar kir ku ji bo pêkanîna hemleyên berfireh ên paqijiyê li ber çemê Firat û parkên giştî yên hemû kantonan Desteya Jîngehê û Desteya Şaredariyan di nava hevkariyê de ne, ku hişyariya jîngehê û başbûna paqijiya giştî xurt bibe.
(fr)