Şandeya Rêveberiya Xweser bi parlamenterên Fransayê re civiya
Şandeyek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parîsê bi parlamenterên Fransayê re civiya. Di civînê de geşedanên dawîn û diyaloga li Sûriyeyê û rêbazên pêkanîna aramiyê hatin nîqaşkirin.
Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li paytexta Fransayê Parîsê bi parlamenterên Fransayê re civiya.
Şandeya Rêveberiya Xweser ji şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser li Fransayê Kerîm Qemer û endamê Nivîsgeha Nûnertiya Rêveberiya Xweser Fener Çaçan pêk hat.
Di civînê de li ser rewşa Sûriyeyê, rêbazên pêşkêşkirina alîkariyê ji bo Rêveberiya Xweser û pêşxistina diyalogê bi desthilata Şamê re, gotûbêj hatin kirin.
Patlamenterên Fransî girîngî da meşandina pêvajoya siyasî û ji hikumeta Fransayê xwest ku destekê bide vê pêvajoyê.
Li gorî Bedran Çiya Kurd, ev hevdîtin di çarçoveya xebat û hewldanên Rêveberiya Xweser ên pêkanîna aramiyê li Sûriyeyê bi rêya demokrasiya pirrengî ya nenavendî de ye.
(mh/fr)