Piştî êrişa li dijî Himêmîmê li peravê bêaramî heye

Berî 2 rojan ji êrişa li dijî baregeheke leşkerî ya Rûsyayê ya Himêmîmê, li Ceblê û Laziqiyê tevgerên ewlehî yên zêde û belavbûna neasayî ya endamên "Ewlekariya Giştî" ya desthilata Şamê.

Piştî êrişa li dijî Himêmîmê li peravê bêaramî heye
22 gulan, 2025   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku sewqiyetên mezin ên "Ewlekariya Giştî" ya desthilata Şamê û endamên rûgirtî derbasî bajarên Ceblê û Laziqiyê û gundewarên wan bû, tevî ku desthilata Şamê biryar dabû ku qedexe ye di pêkanîna erkên meydanî de endam rûyê xwe bigirin.

SOHR’ê diyar kir ku van tevgerên zêde digel nakokiyên ewlehî yên zêde li herêmê, li cem niştecihên herêmê fikar çêkirin.

SOHR'ê aşkera kir ku tevgerên ewlehî heta bi gundên Şeraşîr û Qibîse yên nêzî baregeha hewayî ya Himêmîmê çûn. Li herêmê ketin û têketin hatin girtin, çûn û hatinê jî hat qedexekirin û hêzên "Ewlekariya Giştî" seferber in.

Ev rageşiya ewlehî, piştî 2 rojan ji êrişa ku komeke çekdar pêk aniye û hewl daye bikeve hundirê baregeha Himêmîmê, ku di encamê de 3 çekdarên êrişkar hatin kuştin, pêk hat.

Hêzên Rûsyayê bersiv da êrişê û cenaze kişandin hundirê baregehê. Lê aliyê Rûsyayê yan jî Sûriyeyê der barê nasnameya kuştiyan an jî paşxaneya êriş de tu daxuyaniyek fermî nedane.

(mh/fr)