Desteya Çandiniyê amadekariyên belavkirina sotemeniyê dike

Desteya Çandinî û Avdanê perspektîf dan gerînendetiyên xwe yên li herêmê da ku dest bi belavkirina mazotê li cotkaran bikin.

Desteya Çandiniyê amadekariyên belavkirina sotemeniyê dike
9 ÇILE, 2024   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand ku desteyê perspektîf daye tevahî şaxên Gerînendetiya Hilberandina Şînatiyê li navçeyan ku lîsteyan bi navên cotkaran amade bikin û radestî komîteyên sotemeniyê bikin, ji bo ku kartên taybet ên mazota avdanê bidin cotkaran ji bo ku zeviyên genim av bidin.

Li nivîsgehê, beşên Hilberandina Şînatiyê li navçeyan dest bi şopandina projeyan û jimartina rûberên çandiniyê kiriye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, her sal di vê wextê de sotemeniyê li cotkaran belav dike, ji bo ku li herêmê rêgeza xwetêrkirinê bi dest bixe, nemaze di warê hilberandina genim de.

(şx)