Di erdheja li Japonyayê de hejmara miriyan derket 180’yî

Hejmara kesên di erdheja bi pileya 7,6 ya li eyaleya Işikawayê ya Japonyayê de jiyana xwe ji dest da, gihişt 180’yî.

Di erdheja li Japonyayê de hejmara miriyan derket 180’yî
9 ÇILE, 2024   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Hejmara kesên di erdheja bi pileya 7,6 ya di 1’ê Çileyê de li eyaleta Işikawayê ya li Japonyayê de jiyana xwe ji dest da, zêde dibe. Di daxuyaniya Walîtiya Eyaleta Işikawayê d hate diyarkirin hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye gihişt 180’yî.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin li seranserê eyaletê ku zêdetirê 28 hezar kes li stargehan dimînin û ji ber rêyên hatine girtin 3 hezar û 300 kes asê mane. Li aliyê din, piştî betlaneyê di 9’ê Çileyê de li seranserê welat perwerdeya fermî dest pê kir, lê li 80 dibistanên ku li Işikawayê xisar dîtine, perwerdeyê dest pê nekir.

Kabîneya serokwezîrê Japonyayê Kîşîda Fumîo, bi armanca restorasyona herêmê tehsîskirina 4,7 milyar yen (33 milyon dolar) erê kir. Li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA), di navbera dîroka 1-5’ê Çileyê de li nîvgirava Noto û li peravên Işikawayê gelek erdhejên bi pileya 5 heta 7,6’an pêk hatin.