Li Heleb û Şehbayê bi hezaran kes meşiyan

Li Heleb û Şehbayê bi hezaran kes di salvegera 11’emîn a Komkujiya Parîsê de daketin qadan û soza şopandina xeta şehîdên komkujiyê da.

9 ÇILE, 2024   15:17
HELEB

Di çarçoveya çalakiyên ku bi dirûşma "Tolhildana Komkujiya Parîsê serketin û parastina şoreşa jinan e” de, Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê meşek li dar xist.

Bi hezaran şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê  tev li meşê bûn û ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê hatin hildan û pankartên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Jibîrkirin xiyanet e" hatin vekirin.

Meş li Çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê rawestiya. Endama rêveberiya Kongra Star a Helebê Berjîn Mihemed axivî û got: "Hedefkirina jinên pêşeng di kesayeta şehîd Sakîne de ji aliyê hêzên faşîst ên dagirker ve nîşaneya bêçaremûna dagirkeran a li hemberî serkeftinên ku bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan hatine bidestxistine ye."

Endama Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan Remziye Salih got, ew bi israr li hemberî zihniyeta desthilatdar a paşverû ya bû sedema qetilkirina 3 jinên pêşeng disekinin.

Remziye Salih got, dê xeta têkoşînê ya her sê pêşengan bidomînin û got hikumeta Fransayê berpirsê her du komkujiyên Parîsê ye.

KANTONA EFRÎN Û ŞEHBAYÊ

Bi heman armancên bi hezaran şêniyên Kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Geşkirina agirê berxwedanê tolhildana şehîdên Komkujiya Parîsê ye" meşiya.

Meşê ji têketina navçeya Fafînê ya Şehbayê heta navenda navçeyê dewam kir. Bi navê Kongra Star a Şehbayê Ferîde Îbis Komkujiya Parîsê şermezar kir û got: "Her sê jinên têkoşer li Parîsê li pêşiya çavê hikumeta Fransayê hatin qetilkirin, lê Fransa bê deng e."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Menal Şêxo jî axivî û soza şopandina xeta şehîd Sakîne Cansiz da.

(bb)

ANHA