Desteya Çandê pêşbirka "Komediya Wehî" dest pê kir

Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkirina pêşbirka " Komediya Wehî" anku "Komediya Hişmendî" ragihand û ji bo kesên ku dixwazin beşdar bibin şert û merc danîn.

Desteya Çandê pêşbirka "Komediya Wehî" dest pê kir
1 hezîran, 2025   18:21
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser rûpelên xwe yên fermî yên medyaya civakî ragihand ku wê dest bi yekemîn Pêşbirka Komediya Wehî" kiriye, ku li ser asta herêmê ya yekemîn e.

Pêşbirk di 1'ê Hezîranê de dest pê dike û heta 1'ê Tebaxê didome.

Armanca vê pêşbirkê ew e ku balê bikişîne ser komediya armancdar bi karekterek mirovî, civakî û perwerdehî, di heman demê de hişmendiya civakê bi rêya hunera afirîner a avaker bi pêş bixe.

Mercên pêşbirkê li gorî Desteya Çandê:

-Vîdyo divê hilberîna we be (telefona destan an kamera)

-Demjimêr ji 3 hûrdem heta 5 hûrdeman be

-Naveroka fîlm armancdar, mirovahî, civakî yan jî perwerdeyî be.

- Divê di vîdyoyê de dîmenên tundiyê, heqaretên li tu partiyan, heqaretên li olan, nijadî û şexsî û gotinên nefretê tune bin.

- Tevlêbûn ji her kes an tîmên ji hemû temenan re vekirî ye.

- Di her pêşandanê de hejmara hunermendan ji 3 heta 5 hunermendan e

- Behsa taybetmendiya ku hunermend wê temsîl dike, tevî ku sembolîk be jî (zarave, cilnîşaneya dîtbarî).

Mekanîzmeya nirxandinê:

Asta girêdana naverokê bi mijara zanista civakî.

Afirînerî di pêşkêşkirina fikre û rêbazê komedî de.

Kalîteya hilberînê (deng - wêne - performans - derhênerî)

Di dema weşandina naverokê li ser platformên medyaya civakî de danûstandina temaşevanan.

Xelat:

Asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn ji baştirîn pêşeden û baştirîn lîstikvan tên xelatkirin.

Ji bo peywendiyê desteyê ev hejmar diyar kiriye:

0998355683

(mh/fr)

ANHA