‛Ji bo ewlehî û îstîqrara herêmê hevgirtin divê’

Şêniyên bajarê Sûsê yê Dêrazorê piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî û ewlekariyê re nîşan da û got ji bo parastina ewlehî û îstîqrara herêmê pêwîstî bi hevgirtinê heye.

‛Ji bo ewlehî û îstîqrara herêmê hevgirtin divê’
‛Ji bo ewlehî û îstîqrara herêmê hevgirtin divê’
‛Ji bo ewlehî û îstîqrara herêmê hevgirtin divê’
‛Ji bo ewlehî û îstîqrara herêmê hevgirtin divê’
1 hezîran, 2025   18:43
DÊRAZOR

Di çarçoveya rêzecivînên ku di destpêka Gulanê de li bajar û bajarokên kantona Dêrazorê hatine destpêkirin de, li bajarê Sûsê yê rojhilatê kantona Dêrazorê, ji bo nîqaşkirina rewşên siaysî, ewlehî û xizmetguzarî ya li herêmê, civînek hat organîzekirin.

Di civînê de nûnerên hêzên leşkerî, meclisên xwecihî, saziyên civaka sivîl, rûspî û şêniyên bajêr û gundewarê wî amade bûn.

Di civînê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hecînê Fehid El Aşûr li ser girîngiya xurtkirina têkiliya di nav şêniyan de û pêşxistina hişmendiya wan a di warê zehmetiyên ewlehî û siyasî de, axivî.

El Aşûr girîngî bi avakirina pirên baweriyê û vegerandina aramiyê da û got: "Wê ji bo parastina herêmê û şêniyan û hêsankirina xebata hêzên ewlehî û hêzên leşkerî, hêzên cewherî werin aktîvkirin."

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) a rojhilatê kantona Dêrazorê Zîlan Omer li ser zehmetiyên ewlehî axivî û got: "Ji bo têkbirina ewlehiya herêmê komên terorîst hewlên xwe didomînin."

Zîlan Omer wiha domand: "Fedakariya şehîdan ji bo me rêya pêkanîna aramiyê ronî dike. Ji bo wê divê şênî hevkar bin û li ser tevgerên biguman yekser agahiyê bidin."

Piştre şêniyan nêrînên xwe parve kirin û destnîşan kir ku ew ê piştgiriya hêzan bidomînin.

Şêniyan diyar kir ku girîng e ku tevahî xwestekên bingehîn ên şêniyan wekî pêkanîna ewlehiyê û pêşxistina binesaziyê û aliyê xizmetguzarî û çandiniyê werin bersivdandin.

Di dawiya civînê de têbînî û xwestekên şêniyan ji aliyê têkildar ve hatin girtin, ku piştre xebat li ser pêşkêşkirina çareseriyên berbiçav were kirin, û bi wê re rewşên herêmê di tevahî aliyan de baş bibe.

(mh/fr)