Derhêner Alper: Kurd ne bi tenê ne

Derhêner Emîn Alper ku di Festîvala Fîlman a Berlînê de bi fîlmê 'Kûrtûlûş' xelata Hirçê ya Zîv wergirt, di axaftina xwe de got, "Kurdên ku li Rojava û Rojhilata Navîn nêzî sed sal in ji bo mafên xwe têdikoşin, hûn bi tenê nînin."

Derhêner Alper: Kurd ne bi tenê ne
22 sibat, 2026   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Derhêner Îlker Çatak di Festîvala Fîlman a Berlînê ya 76'an de xetala herî mezin Hirçê Zêrîn bi fîlmê "Sari Zarflar" wergirt.

Emîn Alper jî bi fîlmê "Kûrtûlûş" xelata Hirçê Zîv bi dest xist.Emîn Alper li festîvalê axivî û got, "Cûreyê herî metirsîdar ê tenêtiyê ew cûre ye ku dema êşê dikişîne bi tenê ye."

Derhêner Alper ji bo gelên Îranê û Fîlîstîniyên li Xezeyê got, hûn bi tenê nînin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Kurdên ku li Rojava û Rojhilata Navîn nêzî sed sal in ji bo mafên xwe têdikoşin, hûn bi tenê nînin. Herî dawî, gelê min hûn bi tenê nîne.

Hevala min hêja Çîgdem a ku çar sal in girtî ye, bi tenê nîne. Tayfûn, Can û Mîne hûn bi tenê nînin. Osman Kavala yê ku 8 sal in girtî ye, Selahattîn Demîrtaş ê 9 sal in girtî ye, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û hemû şaredarên din ên niha girtî ne, hûn bi tenê nînin.

Em bi tenê nînin. Em ê bi tenê nemînin."