17 barhilgirên alîkariyê gihîştin Kobanê

Komeleya Mezopotamya piştî dorpêçkirina Kobanê û domandina wê 34 rojan bi hewldanekî mezin alîkarî gihand bajarê Kobanê.

17 barhilgirên alîkariyê gihîştin Kobanê
22 sibat, 2026   11:21
KOBANÊ

Rêveberiya Komeleya Mezopotamya Cemîla Hemê got piştî hewldanên mezên ên Komeleyê ev alîkarî derbasî Kobanê bûne. Her wiha agahî da ku ev alîkarî ji aliyê kanala 8 a Başûrê Kurdistanê ve hatiye rêkirin.

Alîkarî 17 barhilgirin û tê de 450 ton madeyên xwarin, tenduristî û nivîn hene. Barhilgir îro di saetên sibehê de gihîştin Kobanê.

Dorpêça li ser Kobanê ji 20`ê Çile destpê kir û hîna didomê.

ANHA