Îran artêşên YE`yê wekî "Rêxistinên Terorîst" bi nav kir

Îranê hêzên deryayî û hewayî yên welatên endamên Yekitiya Ewropayê (YE) wekî "rêxistinên terorîst" bi nav kir.

Îran artêşên YE`yê wekî "Rêxistinên Terorîst" bi nav kir
22 sibat, 2026   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Îranê roja Şemiyê ragihand ku wê hêzên deryayî û hewayî yên hemû welatên endamên Yekitiya Ewropayê  (NY) wekî "rêxistinên terorîst" bi nav kiriye û got, ev biryar wekî bersivek li hemberî  YE`yê hate dayîn ku artêşa Pasdarên Şoreşa ya Îranê wekî "rêxistineke terorîst" ragihand.

Wezareta Karên Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de ku ji hêla Ajansa Nûçeyan a Mehr ve hat weşandin, diyar kir ku "Ev biyrar li ser bingeha prensîba beramberiyê ye, ji ber ku welatên  YE`yê di 19`ê Çileyê de artêşa Pasdarên Şoreşa ya Îranê wekî ’rêxistineke terorîst’ bi nav kir."

Yekitiya Ewropayê di meha Çileyê de artêşa Pasdarên Şoreşa ya Îranê xistibû lîsteya xwe ya "rêxistinên terorîst.

Berpirsa siyaseta derve ya YE`yê Kaja Kallas di posteke li ser platforma X`ê de ev biryar bi gaveke girîng li dijî kiryarên rejîma Îranê nirxand û got "her rejîmek ku bi hezaran mirovên xwe bikuje, ber bi hilweşîna xwe ve diçe."

(k)