Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

 Parêzerên ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji bo hevdîtina pêk bînin serî li ser serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
23 mijdar, 2023   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgurk Erol û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan û bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan. 

HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN

Mafê hevdîtinê yê Rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 5 cezayên disiplînê li Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin.

Tevî hemû serlêdan û îtîrazan jî sedema cezayên disiplînê û hejmarên dosyayan bi parêzeran re nayên parvekirin.

Di encama serlêdanên parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê yên ji bo Dadgeriya Înfazê ya Bursayê de, dadgeriyê diyar kir ku di 18’ê tebaxa 2021’ê de ji bo 3 mehan, di 3’yê sibata 2022’yan de ji bo 3 mehan, di 31’ê gulana 2022’yan de ji bo sê mehan û di 9’ê îlona 2022’yan de jî ji bo 3 mehan cezayên disiplînê hatine birîn.

Parêzeran di 10’ê tîrmeha 2023’yan de serlêdan kiribû û dadgeriyê di 19’ê tîrmeha 2023’yan de bersiv da. Dadgerî bêyî ku dîroka wê diyar bike, da zanîn ku cezayekî disiplînê yê ji bo 3 mehan hatiye birîn.

 Parêzeran herî dawî jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de ji bo hevdîtina bi malbatan re serlêdan kir. Dadgeriyê di 13’ê cotmehê de bersiva serlêdanê da û diyar kir ku li Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê disiplînê hatiye birîn.

Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyayê jî weke “dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan da.