Dapîra 261 neviyan wefat kir

Perîşan Ebdullah ku 261 nevî û nevîçirkên wê hene, di temenê xwe yê 106 salî de wefat kir.

Dapîra 261 neviyan wefat kir
18 adar, 2024   14:40
KOKBANÊ

Perîşan Ebdullah a ji Kobanê, di 106 saliya xwe de wefat kir. 

Perîşan Ebdullah ku mala wê di payîza 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebarankirin, li gundê Elîşarê yê Kobanê li gel zarok û neviyan xwe dima.

Perîşan dayika 2 keç û 7 kuran e û 261 nevî û nevîçirkên wê hene, ji ber nexweşiyê vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

(bb)

ANHA