PDKˊê tev li hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê nabe

Mekteba Siyasî ya PDK’ê têkildarî helwesta partiya xwe ya li ser hilbijartina parlementoya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em girêdayî biryarên Dadgeha Federal a Iraqê namînin û bejdarî hilbijartinek nakin ku bi ne yasayî û ne desturî hatibe ferzkirin.”

PDKˊê tev li hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê nabe
18 adar, 2024   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Mekteba Siyasî ya PDK’ê têkildarî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser hilbijartina parlementoya Başûrê Kurdistanê û helwesta partiya xwe ya li beramberî biryarê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniya Mekteba Siyasî ya PDK’ê de tê gotin: “Em girêdayî biryarên Dadgeha Federal a Iraqê namînin û bejdarî hilbijartinek ku ne yasayî û ne desturî bi saya sîstemek hatî ferzkirin wê bi rê ve biçe nabin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye di hilbijartinên beriya niha yên parlementoya Başûrê Kurdistanê de PDK’ê 11 kursiyên kota yên pêkhateyan di berjewendiya xwe de bi kar tanî. Lê di 21’ê Sibata 2024’an de Dadgeha Federal a Iraqê biryara hilweşandina kursiyên kota da û diyar kir wê hilbijartina parlementoya Başûrê Kurdistanê bi awayê çar bazneyî pêk were û dibin çavdêriya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê de hilbijartin çêbe.