DAIŞ’ê 2 zarok û 2 şivan revandin

Çeteyên DAIŞ’ê li qezaya Xurmatû ya parêzgeha Selahedînê ya Iraqê 2 şivan û 2 zarok revandin.

DAIŞ’ê 2 zarok û 2 şivan revandin
9 ÇILE, 2024   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê duh êvarê çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Xeşamne ku piraniya xelkê wê Tirkmen û Ereb in û girêdayî Xurmatûyê ya parêzgeha Selahedînê ya Iraqê kir. 

Li gorî agahiyên ku ajansê parve kirine, di encama êrişê de çeteyan 2 zarok û 2 şivan revandine. Tê gotin piştî çend saetan, çeteyan her du zarokên revandî berdane.

Lê her du şivan hîn jî di destê çeteyan de ne û aqûbeta wan nayê zanîn.