Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan ku agahî jê nayê girtin, serlêdan kirin.

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
9 ÇILE, 2024   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

34 meh in agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku mwekîlê xwe bibînin, serlêdaneke nû li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê kirin. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîmez, Emran Emekçî û Cenzîz Yureklî ve hate kirin.

Parêzeran ji bo muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

Serlêdanên hevdîtinê yên ji bo Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên ên li Îmraliyê, bi hinceta “cezayên disîplînê” tên astengkirin. Dadgeh hejmara dosyayê ya der barê cezayê disîplînê de, aşkera nake.