Daîreya Avê daxwaza şêniyên gundê Şebek pêk anî

Daîreya Avê ya bajarê Çilaxayê li ser daxwaza şêniyan dest bi dayîna şebekeya kanalîzasyonê kir.

23 tebax, 2026   05:09
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Gundê Şebek yek ji mezintirîn gundên li bakur û rojavayê bajarê Çilaxayê ye. Nêzî 5 hezar kes (900 malbat) lê dijîn û gund ji 700 malî pêk tê. 

Li gund pirsgirêkên ava vexwarinê, elektirîkê û kanalîzasyonê hene û pêdivî heye ku rêyên wê bêne ziftkirin.

Me di vê mehê de nûçeyek der barê pirsgirkên xizmetguzariyê yên li vê gundî weşandibûn. Di nûçeyê de nêrînên şêniyan û daxwazên hatin parvekirin. Şêniyan gotibûn ku pêdiviya wan bi şebekeya kanalîzasyonê heye û ji ber bêhnê dibe ku pirsgirêkên wan ên tenduristî derkevin.

Ji bo şaredariya Çilaxayê tenê 300 hezar dolar amerîkî hatibû dayîn û tenê 2 proje yek jê rêya giştî ku 13 km were ziftkirin û ya dîtir jî pêkanîna projeyeke kanalîzasyonê ku 450 metre.

Li ser daxwaza şêniyên gundê Şebek Daîreya Avê ya Çilaxayê biryar da ku ji bo gundê Şebekê şebekeyeke kanalîzasyonê ya 400 metre deynin.

Rêvebera Daîreya Avê ya Çilaxayê Menal Mezhûr axivî û got: "Me li ser daxwaza şêniyên gundê Şebekê dest bi dayîna şebekeya kanalîzasyonê kir. Em ê pirsgirêka wan a kanalîzasyonê çareser bikin."

Menal Mezhûr di dawiyê de got wan li bajarê Çilaxayê jî 50 m şebekeya kanalîzasyonê danîne.

(np)

ANHA