Du jinên ku di bîranînên hevalên xwe de pêşeng in: Hêro û Gulîstan

Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn carnan bîranînên wan di wêneyekê de, carnan di kêliyek jiyanê de ku êdî qet nayê jibîrkirin bêmirin bûne. Cîhan bi ken û awirek di wî wêneyê de, bi sozdariya wan a di bîranînên hevalên wan de wan nas dike. Lê herî dawî binê wê tê xêzkirin ku ew bûne, dengê gelê Kurd, dengê doza azadiya jinê û di vê oxirê de canê xwe dane, bûne pêşengên hevalên xwe. 

Du jinên ku di bîranînên hevalên xwe de pêşeng in: Hêro û Gulîstan
23 tebax, 2026   02:35
QAMIŞLO
BÊRÎTAN ÎRLAN – JÎNDA DILSOZ

Dewleta Tirk di 23’ê Tebaxa 2024’an de bi balafirên bê mirov ên bi çek li navçeya Seyîd Sadik a girêdayê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê wesayîtek a rojnamegeran kir armanc. Di encamê de rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin û 6 rojnameger jî birîndar bûn. Piştî 5 rojan MÎT’ê ragihand ku wan rojnameger kirine hedef. 

Bi boneya salvegera 2’emîn a qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bihadîn, hevkar, xwendekar û hêvrêyên wan qala xebat, têkoşîn û kesayetan wan kirin.

Carnan bîranînên wan di wêneyekê de, carnan di kêliyek jiyanê de ku êdî qet nayê jibîrkirin bêmirin bûne. Cîhan bi ken û awirek di wî wêneyê de, bi sozdariya wan a di bîranînên hevalên wan de wan nas dike. Lê herî dawî binê wê tê xêzkirin ku ew ji bo dengê gelê Kurd, xebatên xwe yên ji bo azadiya jin û gelê Kurd kar kirine û canê xwe dane.

Du rojnamegerên ku bi wan re hevalî kirine û bûne şahidê kesayeta wan a wêrek û kedkar jî, rojnameger Zana Mistefa Reşîd û Medya Omer in.

“HER KAR BI HESTÊN JINANE DIKIR”

Zana Mistefa Reşîd ku hevkar û hevrêyê Hêro Bahadîn e, ku wî wêneyê li pişt xwe kişandiye û wiha got: “Ev wêneyê li pişt min, min ji Hêro re girtibû. Dema em diçûn Newroza Qendîlê, li ser çiyayekê em diaxivîn û min wêne kişand. Weke di vî wêneyî de, Hêro hertim dev li ken bû. Her kar bi hestê jinane, Kurdane û welatparêzî dikir. Hevalek dilsoz bû. Kêmaniya di kar de nedipejirand, ji bo derbaskirina kêmaniyan çareserî ava dikir.”

“LI GEL EWQAS ÊRIŞÊN LI SER ROJNAMEVANAN JÎ, WE QET RANEDIWESTIYA”

Şagirt û hevrêya Gulîstan Tara, rojnameger Medya Omer jî got, ew pir bi şans e ku kesayetek weke Gulîstan nas kiriye û ev tişt anî ser ziman: “Heval Gulîstan hertim li pey derxistina rastiyê bû. Di 24 salên xwe yên karê ragihandinê de hertim pêşeng bû. Li hemû qadên Kurdistanê xebat meşandiye. Em jî li Rojava me li hemberî wê xwe weke şagirt dihesiband. Di kar û jiyanê de mamosteya me bû. Mirovek dilsoz bû, herkes di hembêza xwe de dihewand. Li gel ewqas gef û êrişên li ser rojnamegeran jî, ew qet ranediwestiya. Jinek zana û xwedî kedek mezin bû. Me ji wê gelek tişt girt û em fêr bûn.”

Gulîstan û Hêro di bîranînên hevkarên xwe de ne tenê weke rojnameger, her wiha weke jinên pêşeng û jinên li pey azadiyê ketine cih girtine. Ew li hemberî hişmendiya dewlet û civakê ya jinê diperçiqîne têkoşiya ne.

“HERTIM DIXWEST JIN PÊŞENG BE”

Zana Mistefa Reşîd diyar kir ku Hêro hertim bi mêrên di nava xebatê de dida hîskirin ku ew ji jinan ne bihêztir û bilindtirin. Zana têkoşîna Hêro ya ji bo jin bi van gotinan wiha bi bîr anî: “Hertim dixwest jin di nava civakê de pêşketî bin û di ragihandina azad, jiyan û civakê de pêşeng bin. Bi hêza jin bawer bû, niha gelek hevalên jin ên di nava xebatên ragihandina azad de kar dikin, sûdek mezin ji xebata Hêro girtine.”

“JI ME RE BÛ HÊZ”

Medya Omer Gulîstan Tara weke pêşenga xebatên jin pênase dike û wiha got: “Di xebat û jiyanê de jinek azad xwe çawa çêbike, xwe pêş bixe, heval Gulîstan di vê de gelek ked û xebat di ber me de da. Hewl dida jinên ciwan beşdarî nava qada ragihandinê bibin. Heta niha jî em kar û xebatên xwe li ser şopa wê didomînin. Ji me re bû hêz. Hemû kêliyên me pê re derbas kiriye ji bo me ders e, hertim di bîranîna me de ye. Taybet jî di xebatên jin de.”

Zana û Medya gotin dibêjin ku ew ê heta dawî li ser şopa Hêro û Gulîstanê bin.

ANHA