Zarokên Serêkaniyê dûrî bajarê xwe mezin dibin

Ji ber salên dirêj ên koçberiyê û mayîna li kampan zarokên Serêkaniyê rastî bandorên derûnî û civakî tên, piraniya wan dûrî bajar û warê xwe yên resen mezin bûn. Koçber jî diyar dikin ku rewşa wan a jiyanî zehmet e û ew jî barê wan giran dike. Koçberan banga vegereke bi ewle jî kir.

Zarokên Serêkaniyê dûrî bajarê xwe mezin dibin
23 tebax, 2026   06:22
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Salên koçberiyê yên malbatên Serêkaniyê li kampan didomin, ev yek bandorê li derûnî, civakîbûn û jiyana wan dike, zarokên koçber dûrî bajar û warê xwe mezin dibin. Daxwazên koçberan ên dabînkirina vegera bi ewle dewam dikin. 

Koçberê ji Serêkaniyê yê ku niha li Kampa Waşûkanî dimîne Ebûd El Sultan dibêje ku êrişa li ser karwanê yekmîn metirsî li cem wan çêdike, ew êrişên bi vî awayî û êrişkarên şêniyan jî red dikin.

Ebûd El Sultan da zanîn ku zarokên koçber bi salan dûrî bajarê xwe ne, şênî jî mafê xwe yê vegera bi ewle û istiqrar dixwaze.

EM DAXWAZA VEKIRINA RÊYA TIL TEMIR-SERÊKANIYÊ DIKIN

Sultan banga ji bo vekirin û dabînkirina rêya Til Temir a ku diçe Serêkaniyê kir û destnîşan kir ku rêya karwanê yekemîn tê re çû ne ewle bû, ji bo zêdekirina asta baweriya vegerê ya şêniyan divê rêyeke guncaw û ewle bê dabînkirin.

GUNDÊN WÊRANKIRÎ Û XANIYÊN TALANKIRÎ

Sultan destnîşan ku bi dehan gund li herêma Serêkaniyê, malên li bajêr jî rastî dizî, wêrankirin û talankirinê hatine, yek ji wan gundan jî gundê El Erîşa yê ku tê de 700 malên ku bi giştî wêrankirî hene.

Sultan da zanîn ku mala wî ya ji 2 odeyan pêk tê, wêran bûye, di male de ne derî, ne pencere û ne jî pêdiviyên sereke mane.

Ebûd Sultan daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ji bo careke din avakirina malan destekê bidin koçberan. Sultan diyar kir ku werzê zivistanê nêz dibe, hetanî ku ew neçar bimînin ku di konên demkî de bi cih bibin jî, ew amade ne ku vegerin, ew li bende vegera di rewşeke ewle ya guncawin.

MAFÊ VEGERA KOÇBERAN

Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê Ezher Ehmed da zanîn ku dosya şêniyên ku ji neçarî koçkirine li Sûriyeyê, yek ji dozên sereke ye, koçberan bi salan bandor ji aloziya Sûriyeyê dîtin, ew bi hêvî ne ku bi peymanên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî de vegera wan a bi ewle pêk were.

METIRSIYÊN PIŞTÎ DERKETINA BÛYERAN LI SERÊKANIYÊ

Ezher Ehmed destnîşan kir ku tevî hebûna tensîqê di navbera Komîteya Koçberên Serêkaniyê û aliyên peywendîdar, Gerînendetiya Herêma Qamişlo, Parêzgerê Hesekê, Desteya Siyasî û aliyên bi peywendîdar bi pêkanîna peymanê û entegrasyonê, bûyerên herî dawî li Serêkaniyê metirsî û bandoreke mezin li koçberan kir.

Ezher Ehmed da zanîn ku divê rewşên guncaw ji bo vegerê werin dabînkirin, destek ji bo koçberan were pêşkêşkirin.

Ezher Ehmed bang li aliyên peywendîdar kir ku ji bo misogerkirina vegera koçberan, parastina milk û rûmeta wan gavên cidî werin avêtin.

(sb)

ANHA