Ruxmî zexta çapemeniyê hê jî agahî ji Silêman Ehmed nayên wergirtin

Edîtorê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed hê jî ji aliyê desthilata PDK`ê ve girtî ye. Ruxmî bangawaziyên navend û dezgehên çapemeniyê ji bo berdana Ehmed jî, heta niha agahî jê nehatine wergirtin.

Ruxmî zexta çapemeniyê hê jî agahî ji Silêman Ehmed nayên wergirtin
1 mijdar 2023   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

8 roj berê dema ku edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed hewl da di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, bêyî tu sedemek qanûnî ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hat revandin.

Rojnamevan Silêman Ehmed ji bo serdana malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih dibe, hatibû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Hefteyekê piştî revandina Ehmed, Asayîşa Dihokê ya girêdayî PDK`ê daxuyaniyek da û li xwe mikur hat ku wan Silêman Ehmed revandiye û gefa cezakirinê lê xwar.

Tê zanîn ku ev 5 sal in Silêman wekî edîtorê beşa erebî di xebatên ajansa Rojnewsê de cih digirt.

Rojnewsê, binçavkirina endamê wan şermezar kir, bang li desthilata PDK`ê kir ku rewşa wî eşkere bikin û wî tavilê berdin. Her wiha tawanbariyên Asayîşa Dihokê red kirin û PDK wekî berpirsa ewlehiya Silêman nîşan da.

(c)

ANHA