Helbestvan Îbrahîm Reşo ˊŞevgerˊ wefat kir

Helbestvanê Kurd Îbrahîm Reşo (Şevger) li bajarê Hesekê di temenê 94 salî de wefat kir.

Helbestvan Îbrahîm Reşo ˊŞevgerˊ wefat kir
26 hezîran 2024   20:30
HESEKÊ

Helbestvanê Kurd Îbrahîm Reşo (Şevger) li bajarê Hesekê di temenê xwe yê 94 salî de wefat kir.

Îbrahîm Reşo di 1930ˊê de li Bakurê Kurdistanê hate dinê, dûre tevî malbata xwe hatin Rojava û li gundê Sêsedê yê bakurê rojhilatê Hesekê mezin bû û piştre çû Hesekê.

Qonaxa seretayî û xwendina olî li ser destên oldaran xwendiye. Ji ciwantiya xwe de dest bi nivîsîna helbesta Kurdî kir. gelek helbest nivîsandin û di gelek boneyan de xwendin û dîwaneke wî bi navê Ronahî hatiye çapkirin.

Helbestvan Îbrahîm Reşo bavê endamê Hêzên Asayîşê Şêrko Îbrahîm Reşo ye ku di 3ˊyê Mijdara 2019ˊan de li herêma Til Hemîsê dema li ser erka xwe şehîd bûbû, ye.

(fr)