Dadgeha Federaral a Iraqê sibe li ser doza Barzaniyan kom dibe

Dadgeha Federal a Iraqê sibe li ser giliyê wezîra koç û koçberan a li dijî Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî kom dibe.

Dadgeha Federaral a Iraqê sibe li ser doza Barzaniyan kom dibe
30 adar 2024   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 22’yê Adarê de wezîra koç û koçberan a Iraqê Êvan Fayeq bi sedema ku rê li vegera penaberan digirin, li Dadgeha Federal a Iraqê li dijî serokê hikumeta demborî ya Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê karên hundir ê hikumeta demborî Rêber Ehmed doz vekiribû.

Dadgeha Federal sibê têkildarî dozê kom dibe.