Li Helebê pêşangeha ‘Efrîn di dil de ye’
Li Helebê pêşangeha ‘Efrîn di dil de ye’ li dar ket. Tabloyên di pêşangehê de berxwedana li Efrînê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên li dijî xweza û mirovan rave dikin.
Navenda Şehîd Berçem a Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo pêşangeheke şêwekariyê bi navê "Efrîn di dil de ye" li dar xist.
Pêşangeh li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji aliyê dayika şehîd Vejîn Elîşêr Elîf Reşîd ve hate vekirin.
Di pêşangehê de 60 tabloyên 50 şêwekaran hatine pêşandan.
Tablo, xwezaya Efrînê û şûnwarên wê yên dîrokî mîna Keleha Nebî Hûrî rave dikin.
Her wiha berxwedana Efrînê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker sala 2018`an û sûcên wê yên li dijî xweza û şêniyên wê, mijara sereke ya tabloyan e.
(şx)
ANHA