Cotkarên pembo banga çavdêriyê dikin

Bazirganên pembo guh nadin nirxên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine diyarkirin. Di encamê de cotkarên pembo zirarê dikin; ji her wê jî cotkaran bang kir ku li ser sûka firotina pemboyê û hinartina wê çavdêrî hebe.

Cotkarên pembo banga çavdêriyê dikin
Cotkarên pembo banga çavdêriyê dikin
Cotkarên pembo banga çavdêriyê dikin
13 mijdar, 2023   10:52
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Ji dema ku cotkarên pembo meha borî berhema xwe çinîne, cotkarê ji gundê Şêxnê yê başûrê navçeya Amûdê Ebdurehman Şêxmûs, rojane bi turikên pembo yên ku berhev kirine, diçe projeya xwe û li bendê dimîne ku hilberîna xwe bifroşe. 

Rûbera zeviya pembo ya Şêxmûs 30 donim e. Piştî çinînê û piştî ku Rêveberiya Xweser a ku hilberîn ji cotkaran nekirî, tonê wê bi 800 dolarî diyar kir, bazirganên herêmê hewl didin berhemê jê bikirin.

“BAZIRGAN ME DIXAPÎNIN”

Şêxmûs îşaret bi zehmetiyên çandina pemboyê di Nîsana borî de kir nexasim ji ber ku desteyê mazot kêm li wan belav kir û derman û semad biha bûn û got: “Li kêlek kêmbûna berhemê ku her donimek tenê 100 kîlogram berhem da, her wiha bazirgan jî me dixapînin û dixwazin tonê pemboyê bi 450 dolaran bikirin.”

Ebdurehman wiha domand: “Bazirgan serbest in û kesek çavdêriyê li wan nake. Sala borî rêveberiyê berhem wergirt, lê belê îsal wisa nekir. Nirxê ku bazirgan dixwazin qet ne li gor lêçûnê ye. Ew guh nadin nirxên ku hatine diyarkirin.”

"PÊŞEROJEKE NEDIYAR"

Şêxmûs hêvî kir ku Rêveberiya Xweser pirsgirêka wan çareser bike û got: "Em êdî qezencê naxwazin, em tenê dixwazin lêçûna berheman wer bigirin."

Piştî bi sedan metre, cotkarê bi navê Îdrîs Hiso li nav zeviya xwe tev karkerên çinîna pembo ye. Hiso got: "Li pêşiya berhema me pêşerojeke nediyar heye, bazirgan me dixapînin û rêveberiyê berhem nekirî."

Hiso ku rûbera zeviya wî 20 donim e destnîşan kir ku nirxê ku bazirgan dixwazin ne li gor lêçûnê ye û got: "Me ji ber kêmbûna nirxê bazirganan, gelek zirar li me bû. "

BAZIRGAN ÇI DIBÊJIN?

Bazirganên li sûka kirîna pemboyê ya taxa Cemayê ya bajarê Qamişlo ku li wir tonê pembo bi 425 dolaran tê kirîn, destnîşan kirin ku pembo nayê hinartin û lêçûna veguhastinê jî biha ye, ji ber wê bi nirxê pemboyê ji cotkaran dikirin.

Bazirganekî pemboyê ku nexwest navê xwe aşkera bike ji ajansa me re got: "Rêveberiyê nirx diyar kir beyî ku bikire. Her wiha hikumeta Sûriyeyê soza kirînê da cotkaran lê wê jî nekirî, ji ber wê tu rê li pêşiya me ji bilî hinartina berhemê tune ye."

HINARTIN

Bazirganê nexwestî navê xwe aşkera bike wiha domand: "Em neçar dibin bi rêbazên din bifroşin bazirganên din ji bo ku wê derxin derveyî herêmê. Lêçûnên veguhastinê biha ne. Lêçûna barkirina her tonekê 20 dolar e. Ew jî, bi nirxên ne guncew dikirin. Em serî her tonekê tenê 10 dolar qezenc dikin.”

Di 23'yê Îlona borî de Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxê tonê pembo bi 800 dolaran diyar kir û destûr da ku ji derve re bê hinartin.

(mh/şx)

ANHA