Rojnameyên erebî: Destê dewleta Tirk di komkujiyên li djiî Tewariq de heye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişandin ser tevgerên dewleta Tirk li Malî û rageşiya li ser sînorên Lubnan-Îsraîlê.

Rojnameyên erebî: Destê dewleta Tirk di komkujiyên li djiî Tewariq de heye
13 mijdar, 2023   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb cih da tevgerên dewleta Tirk li Malî. Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku şêx, serokeşîr û xwediyên biryarê yên civaka Tewariq a herêma Ezwad di xîtaba ji bo Sekerterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres de, bêdengiya navneteweyî ya li hember rewşa ewlehî, siyasî û civakî ya xirab ku encama bûyerên kuştin û koçberkirinê yên artêşa Malî, hêzên Koma Wagner û balafirên Tirkiyeyê ye şermezar kirine. Di nûçeyê de hat gotin ku wan aliyan, hevbendiya Liptako-Gourma (Malî, Nîjer, Borkîna Faso), Fransa û Cezayîrê jî wekî berpirsên xirabbûna rewşê li herêmê destnîşan kirine. Li gorî nûçeyê, dewleta Tirk jî wekî berpirsa rewşa heyî hatiye destnîşankirin û hat diyarkirin ku amûrên wê di bombebarankirina armancên sivîl ji bo qirkirina niştecihên Misliman ên li Ezwadê û koçberkirina wan de, tên bikaranîn.

RAGEŞIYA LI SÎNORÊN LUBNAN-ÎSRAÎLÊ

Tora El Hurra jî têkildarî bandorên şerê Hemas-Îsraîlê raporek weşand. Di raporê de hat gotin, çend saet piştî ku Sekerterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah ragihand ku dê operasyonên bi rêya başûrê Lubnanê di asteke pêşketî de pêk werin, şerên li vê eniyê (sînorên Lubnan-Îsraîlê) bi awayekî berçav gur bûye.

Di dewama raporê de hat bibîrxistin ku çekdarên Hizbullahê û Tabûrên Izeddîn El Qesam (baskê leşkerî yê tevgera Hemasê-şaxê Lubnanê) duh (12 Mijdar) rêzeêriş li dijî Îsraîlê pêk anîne, di encamê de gelek kes birîndar bûne, li ser wê yekê jî artêşa Îsraîlê bersiv daye, hikumet û welatiyên Lubnanê wekî berpirsên kirinên Hizbullahê nîşan dane.

(c)