Cotkarên ji Dirbêsiyê li dijî buhayê genim nerazîbûn nîşan da

Cotkarên ji Dirbêsiyê xwepêşandanek li dar xist û daxwaza zêdekirina buhayê kirîna genim kir. Cotkaran diyar kir ku buhayê ku ji hêla hikumeta demkî ve hatiye diyarkirin, ne li gorî lêçûnên zêde yên çandiniyê û kêmbûna nirxê lîreyê Sûriyeyê ye.

Cotkarên ji Dirbêsiyê li dijî buhayê genim nerazîbûn nîşan da
Cotkarên ji Dirbêsiyê li dijî buhayê genim nerazîbûn nîşan da
Cotkarên ji Dirbêsiyê li dijî buhayê genim nerazîbûn nîşan da
Cotkarên ji Dirbêsiyê li dijî buhayê genim nerazîbûn nîşan da
Cotkarên ji Dirbêsiyê li dijî buhayê genim nerazîbûn nîşan da
Cotkarên ji Dirbêsiyê li dijî buhayê genim nerazîbûn nîşan da
20 gulan, 2026   14:11
HESEKÊ

Cotkarên bajarê Dirbêsiyê îro li navenda bajêr kom bûn û daxwaza sererastkirina buhayê kirîna genim kir. Hikumeta demkî buhayê kirîna genim bi 46 hezar lîreyan diyar kiriye.

Xwepêşandêran pankartên ku daxwaza zêdekirina buhayê genim dikin, hilgirtin û diyar kir ku lêçûna çandiniyê niha ji buhayê kirîna genim derbas bûye.

Cotkaran destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala borî buhayê kîloyeke genim bi 33 sentên amerîkî destnîşan kiribû, lê buhayê îsal nêzî yê sala borî bû, tevî zêdebûna lêçûnan û kêmbûna nirxê lîreyê Sûriyeyê.

(k)