Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê dest bi çandina sebzeyên pêşwext kir

Cotkarên sebzeyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên demsala nû ya çandiniyê dikin. Cotkar ji bo hilberîna sebzeyên pêşwext ji niha de tov diçînin.

Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê dest bi çandina sebzeyên pêşwext kir
10 sibat, 2025   07:05
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Çandiniya sebze li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî genim û pembû yek ji çandiniyên stratejîk e û beşeke girîng a pêdiviyên herêmê peyda dike. 

Li herêmê bi gelemperî, zebzeyên mîna bacan, xiyar, xirtik, bacanên reş û Îsot, têne çandin.

Bi hatina meha Sibatê re, cotkar ji bo çandina hin cureyên sebzeyên pêşwext (sebezyên ku berî wextê xwe têne hilberîn) dest bi amadekirina zeviyên çandiniyê dikin. Lewma ji niha de tovê sebzeyan diçînin, piştî ku şitil şîn bibin, meha Adarê şitilan di kortikan de diçînin, ku navê vê cureya çandiniyê "çandina di kortikan de" ye.

Rêbaza "çandina di kortikan de" wiha ye; şitlên ku di meha Sibatê de hatine amadekirin di kortikan de diçînin û  bi naylonê dinixumînin da ku germ bimînin û şîn bibin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kantonên Reqa, Dêrezorê û bajarên Dêrikê, Amûdê û Tirbespiyê bi çandiniya cureyên sebzeyan navdar in.

Rêveberiya Çandiniyê plansaziya çandiniyê ji bo her cureyekê wiha destnîşan kir: "Genim (60%), ceh (5%), baqil, berhemên derman û biharat (15%), sebzeyên zivistanê ji bo deverên avî (2%) sebzeyên havînê (3%), û pembû (%15).

Li gundê Til Şiîr ê li gundewarê bajarê Tirbespiyê cotkar Ebdulsetar Silêman mijûlî amadekirina tovên sebzeyên ku dê biçînin, ye.

Silêman 30 donim erd ji bo çandina sebzeyên pêşwext veqetandiye, ku bi rêbaza  "çandina di kortikan de" biçîne û bi ava bîran av bide.

Silêman ku bacan, xiyar, bacanê reş û îsotan diçîne, dibêje: “Sebze çavkaniya sereke ya dahata cotkaran e û yek ji pêdiviyên rojane yên şêniyan e.”

Her wiha diyar kir ku çandiniya sebzeyan derfetên kar ji karkeran re peyda dike û di van salên dawî de çandiniya sebzeyan gelekî pêş ketiye.

Silêman bal kişand ser wê yekê ku pêdiviya vê cureya çandiniyê hewceyî alîkariyeke mezin e û divê ji hêla Desteya Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve.

Silêman anî ziman ku sebzeyên pêşwext dibin sedema kêmkirina buhayê sebzeyan li bazara xwecihî.

(k)

ANHA