ˋÊrişên dewleta Tirk a dagirker nikarin me ji erka rojnamegeriyê bi dûr bixinˊ

Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevnan şermezar kirin. Ronamevanan destnîşan kir ku ev êriş wê nikaribin wan ji pêkanîna erkên ragihandinê û eşkerekirina rastiyan bi dûr bixin.

ˋÊrişên dewleta Tirk a dagirker nikarin me ji erka rojnamegeriyê bi dûr bixinˊ
10 sibat, 2025   03:45
QAMIŞLO

Rojnamevan Azîz Koyluoglû 27’ê Çileyê li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker a bi balefirên bêmirov de şehîd bû.

Rojnamevan Azîz Koyluoglû yek ji stûnên rojnamegeriya azad li Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û yek ji damezrînerên ajansa me ANHA`yê bû.

Ev ne cara pêşî ye ku rojnamevanên di çapemeniya azad de dixebitin rasterast dibin armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker, çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çi li Başûrê Kurdistanê.

Xebatkara Ronahî TV’yê Salîha Silêman, êrişên li dijî hevalên wê yên rojnamevan şermezar kirin û diyar kir ku ew ên li gorî prensîbên çapemeniya azad têkoşîna xwe desam bikin û wiha got: "Her ku êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bibin, rojnamevan hîn bêhtir bi biryar rastiya dagirkeriya Tirkiyeyê û hovîtiya wê eşkere dikin. Rojnamevan bi kamerayên xwe û pênûsên xwe bûyeran ji raya giştî ya cîhanê û ya herêmî re nîşan bidin. "

Salîha Silêman diyar kir ku dagirkeriya Tirk hevkarên wan dike hedef û wiha got: "Di 19’ê Kanûna 2024’an de hevrêyên me Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan rastî êrişê hatin, herî dawî jî rojnamevan Azîz Koyluoglû li Başûrê Kurdistanê rastî êrişê hat. Em van sûcên li dijî rojnamevanan şermezar dikin, em soz didin ku li ser şopa wan bin. Em ji dagirkeriya Tirkyeyê re dibêjin yên ku pênûs û kamerayên rojnamevanan hildigirin hene û dengê heqîqetê wê roj bi roj bilind bibe. "

ARMANCKIRINA ROJNAMEVANAN SÛCÊ ŞER E

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li dijî rojnamevanan hemû pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî yên têkildarî mafên rojnamevanan binpê dike. Li gorî xala 19’an a Peymana Cinêvê, armanckirina rojnamevanan sûcê şer e û wiha got: "Lê îro em dibînin ku dewleta Tirk bi balefirên bêmirov êrişî rojnamevanan dike, weke êrişa li dijî rojnamevanê Ajansa Hawarê Îsam Ebdela."

 Cizîrî wiha dewam kir: "Berî demekê me şehadeta hevrêyên xwe Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan ragihand û îro jî nûçeya şehadeta hevrê, rêheval û mamoste Rojnamevan Azîz Koyluoglû me bihîst. Azîz Koyluoglû li hemû qadên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû parçeyên Kurdistanê têkoşiyaye û roleke mezin di avakirina dezgehên ragihandinê de pêk anî. Wî bi sedan xebatkarên ragihandinê perwerde kirin. "

Dilyar Cizîrî sersaxî ji malbata şehîd Azîz Koyluoglû re xwest û soz da ku li ser şopa wî û hemû şehîdên xeta çapemeniya azad bin.

(k)

ANHA