Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin tedîbrên parastina herêmê zêde kirin

Piştî hilweşîna rejîma Baasˋê tevgerên şaneyên DAIŞˋê û komên rejîma berê zêde bûn. Li hember van kiryaran, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin kedên mezin didin û tedbîrên xwe yên bo îstîqrara herêmê û aştiya wê zêde kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin tedîbrên parastina herêmê zêde kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin tedîbrên parastina herêmê zêde kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin tedîbrên parastina herêmê zêde kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin tedîbrên parastina herêmê zêde kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin tedîbrên parastina herêmê zêde kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin tedîbrên parastina herêmê zêde kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin tedîbrên parastina herêmê zêde kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin tedîbrên parastina herêmê zêde kirin
10 sibat, 2025   06:10
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Rojbîn Mihemed (47) a ji bajarê Qamişlo ji bo parastina ewlehî û aştiya herêmê li hember şaneyên çeteyên DAIŞˋê û komên rejîma Baasˋê û sekna li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi şev û roj di nava xebatê de ye.

Rojbîn dayika 3 zarokan e, di 2017ˋan de ji bo pêkanîna erka xwe ya parastina ewlehiya herêmê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin dibe.

Di dirêjahiya 20 rojên borî de Rojbîn neçûye malê.  Rojbîn li ser vê yekê wiha dibêje: "Ji bo pêşîgirtina tevgerên şaneyên DAIŞˋê yan jî kiryarên komên rejîma berê yan jî gefên dewleta Tirk a dagirker, me dewriye û hejmara rêbendên xwe zêde kirine."

Rojbîn got: "Ev erkeke nîştimanî li ser milê me tevan e. Weke dayik, ev yek bandorê li xebata min nake. Parastina welat û gelê min, ji bo min parastina zarokên min e jî."

Rojbîn bal kişand ser zehmetiyên di kar de dikişîne û wiha domand: "Hin astengî li pêşberî me derdikevin. Lê li hember wan astengiyan îsrar û têkoşîna me ya dewamkirina xebatê zêde dibe."

Rojbîn bang li gel kir ku li dora Hêzên Ewlekariya Hundirîn bicivin, der barê çi tevgerên biguman û nenormal de agahiyê bidin Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hekvar bin.

Li aliyekî din jî rêvebera Ewlehiya Rêbendan a girêdayî Hêzên Ewlekairya Hundirîn-Jin Diyana Mihemed jî got wan dewriye û saetên xebatê yên nobedariyê zêde kirine.

Diyana wiha domand: "Dewriye ji saetên sibehê heta derengiya şevê derdikevin û di dema tê xwestin de saetên nobedariyê zêde dikin."

Diyana anî ziman ku ji dema hilweşîna rejîma Baasˋê ve tevgerên şaneyên DAIŞˋê û komên rejîma berê zêde bûne û got ji ber wê wan tedbîrên xwe yên parastina herêmê zêde kirine.

(fr)

ANHA