Dilovanê Deştê: Têkoşîna me ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê divê xurt bibe

Nivîskarê Kurd Dilovanê Deştê diyar kir ku ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê divê têkoşîn were xurtkirin û xwedîderketina li ziman erkek e ku dikeve ser milê hemû Kurdan.

Dilovanê Deştê: Têkoşîna me ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê divê xurt bibe
2 hezîran, 2026   02:35
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Piştî Peymana 29`ê Çileyê ku yek ji xalên sereke yên dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de jî perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Gelê Kurd di gelek çalakiyan de xwest perwerdeya bi zimanê dayikê were mîsogerkirin.

Di vê derbarê de nivîskar û endamê Yekitiya Nivîskarkên Kurd û endamê Saziya Parastin û Fêrkirina Zimanê kurdî Dilovanê Deştê ji ANHA’yê re axivî.

Dilovanê Deştê destnîşan kir ku her sal Kurd 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin, ji ber ku ziman girîngtirîn hêmana gelan e. Deştê da zanîn ku ziman ne tenê alava dan û standinê ye, ew alava girêdana di nava pêkhateyan de û di navbera qonaxên dîrokê ye.

Deştê got: “Wekî ku Celadet Bedirxan di nav malbat û xizmên xwe ve dibêje “yan bi kurdî biaxivin an mebêjin em Kurd in” naskirin û danasîna xwe di rêya ziman re ye. Ji ber ku zimanê dayikê hebûna me ye, wexta ku zimanê gelekî nebe ew gel bê nasname ye.”

Dilovanê Deştê ev li gotinên xwe zêde kir: “Me wek erkeke ku dikeve ser milê me, di 3`yê Nîsana 2006`an de Saziya Fêrkirin û Parastinsa Zimanê kurdî ava kir, armanca me parastin û xwedîderketina li ziman û kevneşopa bav û kalên me ye.”

Di dewama gotinê xwe de Dilovanê Deştê got: “Kurd divê bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û binvîsin, ji ber ku gelek hewldan hene ku zimanê me binpê bikin û qir bikin. Zimanê me hebûn û nasnameya me ye. Xwedîderketina li ziman erkek e ku dikeve ser milê me hemûyan."

Deştê da xuyakirin ku li Sûriyeyê pir netewe hene, lê hikumeta demkî bi her awayî dixwaze Kurd bi zimanê xwe neaxivin.

Di dawiyê de Dilovanê Deştê got: “Em hêvî dikin ku di dema pêş de, zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were nivîsandin û misogerkirin. Kurd di dîrokê de û hetanî roja me ya îro tê dikoşin û ev têkoşîn dê dewam bike."

Dilovanê Deştê nivîskarê pirtûkên ‘Rêgeza Fêrbûna Rêzimana Kurdî’ û ‘Ziman Jiyan û Hebûn e’ ye.

ANHA