Zenûbya ji bo edalet, wekhevî û parastina mafên jinan dixebite

Saziya Zenûbya ji bo piştgirîkirin û pêşxistina jinan û beşên civakê yên bi hacet xebatek dest pê kiriye. Saziyê destnîşan kir wan ev gav ji ber pêwîstiya mafê jinan bi pêşxistinê, ev xebat wê ji bo misogerkirina jinan a ji bo edalet û wekheviyê li Sûriyeyê jî bê kirin.

Zenûbya ji bo edalet, wekhevî û parastina mafên jinan dixebite
5 tebax, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
YARA MIHEMED

Armanca avakirina ve zasiyê pêşxistina jinan û perwerdehiya civakê ye. Bi xebatên sazkirina bername û înîsiyatîfa jinan sazî di 17`ê Mijdara 2025`an de hatiye ava kirin.

Li gorî agahiyên ku ajansa ANHA yê ji rêveberên saziyê girtine, damezrandina saziyê ji ber pêwîstiya bi aliyeke pêşxistinê ya ji bo piştgiriya jinan û beşên din ê civakê pêk hat.

Sazî xizmetguzariya civakî û aborî ya temamker ji bo jinan pêşkêş dike, di nava xwe de bernameyên perwerde û pêşxistina pîşeyî dihewîne, her wiha di xebatên xwe de ji bo gihandina jinan a edalet û wekheviyê, balê dikşîne ser piştgiriya qanûnî û hiqûqî jî. plan dike ku beşên xwe li hemû parêzgehên Sûriyeyê veke.

Sazî bi rêya pêşxistina pîşeyî û jiyanî ya jinan, bernameyên cur be cur ên ji bo fêrkirinê pêk tîne. destekê dide projeyên biçûk û pêşketina xebatên jinan, hevkariya civakî pêşdie, rewşeke bi ewle ji bo jinan dabîn dike.

Di aliyê civakî de, ji bo parastina jinan bernameyek tê pêşxistin, piştgiriya malbatên ku tenê jin lê xwedî derdikevin tê kirin û xizmetguzariya malbatî, derûnî û civakî tê pêşkêşkirin.

Sazî girîngiyê dide çand, huner û werzîşê jî, ji bo van qadan çalakiyan orgenîze dike, behreyên jinan dibîne û bi xebatên xwe dihêle ku jin beşdarî gelek qadan bibin.

Di warê qanûn û parastina mafan de jî sazî bal dikşîne ser belavkirina hişmendiya berevaniya li ber mafê jinan, pêşkêşkirina têbîniyên qanûnî û derketina li hemberî hemû şêwazên tundî û cudekariya li dijî jinan.

Bernameya saziyê ji birêxistinkirina perwerdeyên pîşeyî û jiyan, pêşxistina warê civakî, aborî, derûnî ya ji bo jinên li Sûriyeyê pêk tê. Ev dihêle ku rola pêşeng a jinan di civakê de bê geşkirin.

Saziya Zenûbya ya Pêşxistinê çalakiya çandî ya bi sernavê “Çand Dicivîne” orgenîze dike, bi hevkariya Wezareta Karên Hundirîn û Wezareta Tendurisiyê, her wiha rêxistinên civaka sivîl beşdarî kampanyayên neteweyî yên li dijî madeyên hişbir a bi dirûşma “Sûriyeyê Bêyî Madyên Hişbir” dibe. Di vê kampanyayê de rûniştinên piştgiriya qanûnî û derûnî ji bo ciwanan pêk tê, bernameyên parastina mafan û pêşxistina berjewendiyên civkên ku zirar dîtine pêk tîne.

Rêveberên Saziya Zenûbya ya Pêşxistinê da zanîn ku ji bo pêkanîna pêşxistineke domdar û geşkirina rola jinan û malbatê di avakirina civakê de, ew dixwazin hevkariya xwe ya bi aliyên fermî û saziyên girêdayî wan berfireh bikin.

(sb)

ANHA