Hûsiyan êrişî balafirgeha Necranê ya Erebistana Siûdî kir

Hûsiyan ragihandin ku wan li dijî tevgerên dronên Erebistana Siûdî yên li ser Yemenê, balafirgeha Necranê kirin hedef.

Hûsiyan êrişî balafirgeha Necranê ya Erebistana Siûdî kir
4 tebax, 2026   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Hûsiyan bi daxuyaniyekê ku li ser Telegramê weşandine ragihand wan ku êriş biriye ser balafirgeha Necranê ya li başûrê Erebistana Siûdî.

Hûsiyan îdia kir ku ev êriş wekî bersiv li hemberî tevgerên dronên siûdî yên li ser parêzgehên Seeda û Heca yên bakurê rojavayê Yemenê hatiye kirin.

Hûsiyan aşkera kirin ku ew ji meha borî ve dorpêça deryayî ya li ser Erebistana Siûdî li deryaya Sor didomînin. Her wiha ev yek wekî "bersiv li hemberî dorpêça li ser Yemenê ya ji aliyê Erebistana Siûdî ve hatiye ferzkirin" destnîşan kir.

Desthilata Erebistana Siûdî der barê êrişê de tu daxuyanî nedaye.

(bb)