Ciwanên Kobanê ji bo şermezarkirina komployê daketin qadan

Ciwanên şoreşger ên kantona Firatê li dijî komployê daketin qadan.

Ciwanên Kobanê ji bo şermezarkirina komployê daketin qadan
9 sibat, 2024   20:19
KOBANÊ

Bi dehan ciwanên kantona Firatê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî û piştgiriya pêngava 'Ji Abdulah Ocelan re azadî ji pirsgirêka Kurdî re çareseriyê siyasî'  daketin qadan.

Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir, heta bi qada Aşîtî berdewam kir. Di meşê de bê navber silogana ˊbê serok jiyan nabeˊ hat berzkirin.

Piştî meş veguherî mîtîngê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Şiblî axivî û got: " Heta ku Rêber Apo azad nebe, ciwan azad nabe. Em wek ciwan tu kes nikare vîna me têk bibe. Em ê her tim li ser pêyan û li kolanan bin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Em komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo şermezar dikin."

Meş bi dirûşmeya"Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

(sş)

ANHA