Artêşa Tirk Minbic topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên gundewarên bakur û rojavayê Minbicê topbaran kirin, her wiha nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundewarên Minbicê jî topbaran kir.

Artêşa Tirk Minbic topbaran kir
9 sibat, 2024   19:31
MINBIC

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gelek gundên ji eniyên şer ên li gundewarên bakur û rojavayê Minbicê ve topbaran kirin.

Herî zêde gundê Dendeniyê yê li bakur rojavayê Minbicê hat topbarankirin, li kêlek wê jî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê jî hat topbarankirin.

(fr)