Têkildarî edaleta veguhêz û xurtkirina eniya hundirîn panel

Li kantona Tebqayê bi navê "Edaleta veguhêz û nêrîna MSD'ê li ser guhertinê" paneleke diyalogê hat lidarxistin. Di panelê de beşdaran girîngî da xurtkirina eniya hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Têkildarî edaleta veguhêz û xurtkirina eniya hundirîn panel
Têkildarî edaleta veguhêz û xurtkirina eniya hundirîn panel
Têkildarî edaleta veguhêz û xurtkirina eniya hundirîn panel
Têkildarî edaleta veguhêz û xurtkirina eniya hundirîn panel
Têkildarî edaleta veguhêz û xurtkirina eniya hundirîn panel
13 sibat, 2025   17:41
TEBQA

Li hola Meclisa Rêveber a avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê bi navê "Edaleta veguhêz û nêrîna MSD'ê li ser guhertinê" paneleke diyalogê hat lidarxistin. Di panelê de bi dehan nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Meclisa Gelan, Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Rûspiyan a kantona Tebqayê beşdar bûn.

Di panelê de serokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Hesen Mihemed Elî li ser rewşa nû ya Sûriyeyê axivî û got: "Piştî ketina rejîma Baas û wergirtina desthilatê ji hêla Ehmed El Şeri "Ebû Mihemed Colanî" ve, me dît ku hin welatên wekî Iraq û Misrê helwesteke zelal der barê vê desthilatê de nîşan nedaye. Welatên Ewropayê jî ji bo nêzîkbûna ji desthilata Şamê mercên xwe diyar kirin. Ji wan mercan mafên hemwelatîbûnê, sazkirina destûreke nû û parastina mafên kêmneteweyan. Girêdayî mijara veguhastina Sûriyeyê ji bo wîlayeteke Osmanî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve jî, hin merc hene."

Mihemed Elî wiha domand: "Hîna Ehmed El Şeri di lîsteya terorê de ye, ji ber wê hin dewlet di dan û standina pê re hişyar in."

Der barê rewşa Sûriyeyê de Mihemed Elî wiha pê de çû: "Gelek herêmên li Sûriyeyê hîn jî bi hikumeta nû re dan û standin nekirine, wekî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, başûrê Sûriyeyê û berava Sûriyeyê. Ev jî xalên nerênî yên li hemberî rêvebirina Şeri ne."

Mihemed Elî diyar kir ku divê di edaleta veguhêz li Sûriyeyê de tevahî pêkhate û kesayetên siyasî di diyaloga niştîmanî de beşdar bin, herêmên li sînor jî ji hêla şêniyên wê ve werin parastin, gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe biparêzin û desteka hêzên xwe QSDˋê bikin."

Beşdaran jî girîngî da xurtkirina eniya hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û beşdarkirina tevahî pêkhateyan di avakirina Sûriyeya nû de.

(mh/fr)

ANHA