Ciwanên Çilaxa: Em ê têkoşîna azadiyê bidomînin

Ciwanên navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo diyar kirin ku dê aliyên dijberî gelê herêmê bi êrişêan nikaribin berxwedana wan bidin rawestandin û gotin: “Em ê têkoşîna azadiyê bidomînin.”

Ciwanên Çilaxa: Em ê têkoşîna azadiyê bidomînin
13 mijdar 2023   13:45
QAMIŞLO

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên navçeya Çilaxa têkildarî êrişa li dijî navenda ciwanan a li bajarê Minbicê, daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê endamê tevgerê Mîlad El Akûb ve hat xwendin.

Endamên meclis û taxên navçeyê, nûnerên saziyên sivîl jî beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî navendên ciwanan hatin şermezarkirin û hat gotin: “Armanc ji van êrişan xirakirina ewlehiya herêmê, şikandina vîna ciwanan û koçberkirina wan e. Ev êriş dikevin asta şerê taybet yê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

El Akûb diyar kir ku dê bi êrişan berxwedana wan neyê rawestandin û wiha dewam kir: “Em li hemberê amûra kuştinê ya Tirkiyeyê û dijminin bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan xwe bi çek dikin. Haya me ji niyetên dagirkeran heye. Em ê bi ruhê berxwedanê heta rizgarkirina Rêbertî û pêkanîna armancên şoreşê, rêwîtiya xwe bidomînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana ciwanan û dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

ANHA