Rûsya: Li Idilbê 34 çete hatin kuştin 

Berpirsekî Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyeyê da zanîn ku di êrişên hêzên Rûsyayê yên li Idibê de 34 çeteyên Enqereyê hatine kuştin, zêdetiîr 60 çete jî birîndar bûne. Li herêma bêçek jî şerê çeteyan û hêzên Şamê didome.

Rûsya: Li Idilbê 34 çete hatin kuştin 
13 mijdar 2023   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa “Interfax” a Rûsyayê, cîgirê serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyeyê gotiye: “Hêzên Rûsyayê bi rêya êrişên hewayî li Idilbê 34 çete kuştine, zêdetirî 60 jî birîndar kirine. Êriş li dijî armancên girêdayî komên çekdar ên neqanûnî ku destê wan di topbarankirina noqteyên hêzên hikumeta Sûriyeyê de heye, pêk hatine.”

Li gorî heman çavkanî, noqteyên hêzên Şamê di nava 24 saetan de 7 caran rastî êrişê hatine.

Li aliyekî din, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bajarokên Fitêra, Sifohin, Filêfil û Bare yên li çiyayê Zawiyê yê başûrê Sûriyeyê û gundê Kefer Emme yê li rojavayê Helebê topbaran kirine.

Hêzên Şamê û çeteyên El Fetih El Mûbîn noqetyên hev yên li derdora El Kebîne ya herêma çiyayê Ekrad yê li bakurê Lazîqiyê û yên li herêma Sehl Xab a rojavayê Hemayê, topbaran kirin.

Hemwextî topbaranê, balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê başûrê Idlibê, bakurê Lazîqiyê û rojavayê Hemayê digeriyan.

(c)