Ciwanekî êzidî hate rizgarkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê ciwanekî êzîdî radestî Mala Êzidî ya herêma Cizîrê kir ku li Idiblê hatiye rizgarkirin.

Ciwanekî êzidî hate rizgarkirin
26 mijdar, 2023   20:17
HESEKÊ

Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê li ser malpera xwe ya fermî, daxuyaniyek da û da zanîn ku ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê ciwanê êzidî yê bi navê Rocîn Hedîd Talal ê ji Şengalê wergirtiye.

Rojcîn di êrişa DAIŞ`ê ya li dijî Şengalê de 3`yê Tebaxa 2014`an de hatibû revandin.

Li gor daxuyaniya Mala Êzidî, Rocîn ji gundê Herdan ê Şengalê ye. Navê dayîka wî Niam Ferec e û sala 2007`an ji dayîk bûye. Tevî DAIŞ`ê li tevahî erdnîgariya Sûriyeyê geriye heta sala 2019`an gihaştiye Idlibê.

Mala Êzidî di daxuyaniyê de spasiya hêzên ewlekiyê kir û wiha got: “Rocîn niha li mêvanxaneya Mala Êzidî ya li herêma Cizîrê ye, em ê bi awayekî fermi bi rêya Meclisa Şengalê radestî malbata wî bikin.”

(şx)