Ciwanan banga seferberiya giştî bersivand

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên li bajarê Til Temirê tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand û diyar kir ku dê bi hêzên parastinê re ax û gelê xwe biparêzin.

Ciwanan banga seferberiya giştî bersivand
30 kanûn, 2024   14:24
HESEKÊ

Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, Rêveberiya Xweser û QSDˈê di dawiya mijdara îsal de seferberiya giştî îlan kir.

Di vê çarçoveyê de, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê yên li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê de bi beşdariya bi dehan ciwanan daxuyaniyek da.

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan Seher Silêman bi zimanê kurdî û Sêvîn Heysem Îbrahîm bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên giran li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze gel bide koçberkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Êrişên dewleta Tirk ên li dijî welatê me yê ewle binpêkirineke mezin e. Em teqez dikin ku em ê li hemberî van êrişan li kêleka QSDˈê bin. Em soz didin gelê xwe ku em dê ji bo têkbirina dagirkeriyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî li kêleka hêzên xwe yên leşkerî mertalên xurt bikin."

(bb)

ANHA