Bi hevkariya şêniyan xebata paqijiyê li bajarê Dirbêsiyê

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê ji bo xurtkirina çanda paqijiyê û pêxistina wê, bi hevkariya şêniyan dest bi xebata paqijiyê kir.

Bi hevkariya şêniyan xebata paqijiyê li bajarê Dirbêsiyê
Bi hevkariya şêniyan xebata paqijiyê li bajarê Dirbêsiyê
Bi hevkariya şêniyan xebata paqijiyê li bajarê Dirbêsiyê
Bi hevkariya şêniyan xebata paqijiyê li bajarê Dirbêsiyê
Bi hevkariya şêniyan xebata paqijiyê li bajarê Dirbêsiyê
30 kanûn, 2024   14:22
HESEKÊ

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê bi hevkariya komînan û şêniyan dest bi xebata paqijiyê kir.

Xebatê ji pêşiya avahiya şaredariyê dest pê kir.

Hemwextî xebatê, bang li şêniyan hate kirin ku bi awayekî çalak tev li paqijkirina kolanan û cihên giştî bibin.

Berpirsên xebatê, diyar kir ku armanca wan çanda paqijiyê di nava gel de belav bikin û balê bikişînin ser rola her kesî di parastina hawîrdorê de.

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê diyar kir ku dê bi koordîneya komînan, xebatên wiha dewam bikin.

Şêniyên bajêr jî xebata şaredariyê û komînan bi erênî nirxand û teqezî bi pêwîstiya xurtkirina hişmendiya paqijiyê kir.

(şx/k)

ANHA