Çîn û Rûsyayê dê tetbîqatên hevbeş pêk bînin

Çîn ​​û Rûsyayê dê li peravên Çînê û Okyanûsa Pasîfîk tetbîqatên hevbeş ên deryayî û hewayî pêk bînin.

Çîn û Rûsyayê dê tetbîqatên hevbeş pêk bînin
5 tîrmeh, 2026   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Çînê îro ragihand ku hêzên deryayî yên Çîn û Rûsyayê dê vê mehê li av û qada hewayî ya li nêzî bajarê Qingdao yê Çînê tetbîqatên hevbeş pêk bînin.

Wezaretê di daxuyaniyekê de got, "Piştî temamkirina tetbîqatan, hin hêzên her du aliyan dê ber bi deverên diyarkirî yên li Okyanûsa Pasîfîk ve biçin da ku dewriyeyên deryayî yên hevbeş pêk bînin."

(bb)