Çîn: Rewşa li Rojhilata Navîn gelekî hesas û girêk e

Piştî gefên DYA`yê ku dê bersiva êrişa balafira bêmirov bide ku di encamê de 3 leşkerên wê hatibûn kuştin, Çînê hişyarî da ku li Rojhilata Navîn "bahoza întîqamê" rabe ku bi xwe di rewşeke gelek hesas û girêk de ye.

Çîn: Rewşa li Rojhilata Navîn gelekî hesas û girêk e
30 ÇILE, 2024   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`yê, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Wang Wenbin gotiye: "Agahiya me ji raporan heye ku windahî di êrişa li ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê de çêbûne."

Wang Wenbin got: "Agahiya me pê heye ku Îranê ragihandiye tu têkiliya wê bi êrişê nîn e."

Wenbin wiha domand: "Em hêvî dikin ku aliyên têkildar aram bin û xwe kontrol bikin ji bo ku nekevin bahoza tolhildanê û aloziya herêmî zêdetir nebe. Rewşa li Rojhilata Navîn niha gelekî hesas û girêk e."

Ji destpêkirina şerê li Xezayê ve yanî ji derdora 4 mehan ve, ev cara yekemîn e ku leşkerên Amerîkayê li herêmê têne kuştin.

(şx)