Çîn: Em amade ne navbeynkariya Pakistan û Îranê bikin

Çînê ragihand ku amade ye navbeynkariya Pakistan û Îranê  bike.

Çîn: Em amade ne navbeynkariya Pakistan û Îranê bikin
18 ÇILE, 2024   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning di civîneke çapemeniyê de got: "Bi duristî em hêvî dikin ku her du alî aram bibin û ji nakokiyê bi dûr kevin. Heke her du alî bixwazin, em amade ne roleke avaker di kêmkirina nakokiyê de bilîzin."

Pakistanê ragihand ku artêşê "stargehên terorîstan" li Sîstan û Bloşistan yên Îranê kirine hedef. Di encamê de gelek "terorîst" hatine kuştin. Ew yek piştî êrişa Îranê li dijî Pakistanê ku di encamê de 2 zarok hatin kuştin, pêk hat.

Îranê destnîşan kir ku Pakistanê êrişî gundekî li ser sînorên başûr rojhilatê welêt kiriye di encamê de 3 jin û 4 zarokên ne îranî hatine kuştin.

Li aliyekî din Pakistanê ragihand ku artêşê li dijî "stargehên terorîstan" yên li eyaleta Sîstan û Bloşistanê êriş pêk aniye.

Ajansa nûçeyan a Tesnîm a Îranê ragihand ku piştî êrişa Pakistanê li dijî gundekî ser sînor li parêzgeha Sîstan û Bloşistanê, gazî berpirsê kar û barên Pakistanê hatiye kirin ku biçe navenda Wezareta  Karên Derve ji bo ku şîroveyekê vê yekê pêşkêş bike.

(şx)