Xelkê Firatê sersaxî da malbata Rizgar Çavreş

Xelkê kantona Firatê sersaxî da malbata gerîla Rizgar Çavreş ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû û got ew ê li ser şopa şehîd li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bimeşin û bi xaka xwe ve girêdayî bin.

Xelkê Firatê sersaxî da malbata Rizgar Çavreş
Xelkê Firatê sersaxî da malbata Rizgar Çavreş
Xelkê Firatê sersaxî da malbata Rizgar Çavreş
Xelkê Firatê sersaxî da malbata Rizgar Çavreş
Xelkê Firatê sersaxî da malbata Rizgar Çavreş
18 ÇILE, 2024   16:34
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê merasîmeke xiyabî ji gerîla Ronîcan (Rizgar Çavreş) re li dar xist. Rizgar Çavreş di 12ˊyê Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Di merasîmê de xelk, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, nûnerên ji partiyên siyasî yên kantonê beşdar bûn. Konê sersaxiyê li gundê Qolê yê rojavayê Kobanê hate vedan.

Di merasîmê de endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Arîn Kobanê axivî û lehengiya şehîdan di parastina dîroka gelê herêmê de silav kir.

Arîn wiha domand: "Armanca dewleta Tirk a dagirker êdî aşkera ye, ew jî qirkirina me û dagirkirina xaka me ye. Ji lew re divê em li hember wê bisekinin."

Arîn banga bilindkirina têkoşînê û azadkirina Rêber Abdullah Ocalan kir, ji ber ku azadiya wî azadiya tevahî gelên bindest e.

Her wiha endamê Desteya Rêveber a PYDˊê Ehmed Xoce rola PYDˊê li herêmê silav kir û got: "Ne ji şehîd û fikrên Rêber Abdullah Ocalan bûya, hîna em ê di tariyê de bûna. Derketina PKKˊê jidayikbûna gelên azad e."

Xoce wiha domand: "Îro herêmên dagirkirî ji şêniyên wê tên valakirin da ku hinên din li şûna wan bi cih bikin. Ev yek di dîroka gelên resen de kiryarekî xeternak e. Ji ber ku nasname, dîrok û çand tê qirkirin."

Li aliyekî din jî Enwer Qere li ser navê malbata şehîd axivî û soza şopandina rêça wî heta pêkanîna serkeftinê da.

Merasîm bi xwendina nasnameya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.

(fr)