Çima koma 4'emîn a koçberên Efrînê venagere?

Ji ber ku komên girêdayî dewleta Tirk ên di Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî de û malbatên hawirde hîna ji malên efrîniyan dernketine, vegera koma 4'emîn a koçberan pêk nehat. Tê gotin ku koçberên vegeriyane jî hîna milkên xwe bi temamî bi dest nexistine.

Çima koma 4'emîn a koçberên Efrînê venagere?
5 gulan, 2026   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Çavkaniyên taybet ji ajansa me re diyar kir ku ji ber gelek sedeman vegera koma 4'emîn a koçberên Efrînê bo warê xwe dereng ket.  Li gorî çavkaniyan, yek ji wan sedemên sereke ew e ku komên girêdayî dewleta Tirk ên cihê xwe di Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî de digirin, hîna malên niştecihên resen ên Efrînê vala nekirine.

Piraniya komên li Efrînê bi cih bûne girêdayî koma çete ya "Ehrar El Şerqiye" ne ku sûcên şehîdxistina sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef (2019) kiriye.

Li gorî heman çavkaniyan, komên li Efrînê bi cih bûne, heya pereyan ku carinan digihêje 5 hezar dolarî nestînin mal û milkên xelkê Efrînê radestî wan nakin.

Hate gotin, hin mal berî werin valakirin jî, derî, pencere û dînameyên avê hatin dizîn, darên wan hatin birîn û bîr hatin xitimandin, hin mal bi awayekî qismî hatin rûxandin.

Çavkaniyên ku bi pêvajoya hemahengiya di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de agahdar in, destnîşan kir ku hikumetê di asta herî bilind de soz daye ku vê pirsgirêkê di zûtirîn demê de çareser bike.

Çavkaniyan da zanîn ku piraniya malbatên li Efrînê bi cih bûne ji Dêrazorê ne û serdana berî du rojan a parêzgarê Dêrazorê Xesan Seyed Ehmed a li Efrînê û hevdîtinên wî li gel cîgirê parêzgarê Helebê Elî Henûra û berpirsê herêma Efrînê Xêro Dawud di vê çarçoveyê de pêk hat. Tê gotin ku amadekarî têne kirin ku hezar û 500 malbatên ji Dêrazorê ji Efrînê werin derxistin.

Li gorî çavkaniyan, eger komîteya ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye avakirin di vê hefteyê de kom û malbatên hawirde ji Efrînê derxe, dê hefteya piştî wê koçberên Efrînê vegerin cihê xwe.

Di çarçoveya Peymana 29'ê Çileyê de nêzî hezar û 400 malbatên efrînî li gorî 3 koman vegeriyan Efrînê. Hîna bi dehan malbatên vegeriyane milkên xwe bi temamî venegerandine û li gel kes û karên xwe dimînin. Malbat li bendê ne ku ev pirsgirêk were çareserkirin û malbatên hawirde ji malên wan derkevin.

(bb)

ANHA