Ji Cezayîrê peyama piştgiriya YPJ'ê

Seroka Rêxistina Cezayîrna Şerîfe Xedar diyar kir ku hewldanên dûrxistina YPJ'ê heman nêzîkatiyên piştî serxwebûnê yên li hemberî jinên Cezayîrê nîşan dide û got heya zilm hebe dê têkoşîn jî berdewam be.

Ji Cezayîrê peyama piştgiriya YPJ'ê
5 gulan, 2026   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Rêxistina Cezayîrna Şerîfe Xedar bi peyamekê piştgiriya xwe bi YPJ'ê re anî ziman. Naveroka peyamê wiha ye:

"Me bi serbilindî û rêzdarî berxwedana we ya efsanewî ya 134 rojan a di şerê li Kobanê de şopand. Me dît çawa fermandar Meryem Kobanê li eniya rojhilat sekinî û fermandar Rojda Felat di şeva 45'an de êriş bi rê ve bir.

We ji cîhanê re îsbat kir ku jin dikarin rêxistinên herî terorîst têk bibin û xak bi keda jinan rizgar dibe.

Xwişkên me, em wateya dersên ku we dan DAIŞ'ê dizanin; ev erdê me ye, ev jinên me ne û em naşikên. Jinên bedew ên Cezayîrê jî di dema mêtîngeriya Fransayê de heman tişt got; em ji bo welat in.

Lê îro em dibînin, hin alî hewl didin bi hincetên wekî 'xwezaya biyolojîk û mercên civakî' we vegerînin paş. Me hincetên wiha li Cezayîrê jî piştî serxwebûnê di sala 1962'yan de bihîstin. Lê Cemîla Bûhirêd ev bersiv da; heya zilm hebe şores bi dawî nabe.

Me der heqê we de bihîst. Me nas kir ku şoreş namire. We li dijî DAIŞ’ê û li dijî dorpêçê li ber xwe da. DAIŞ'ê 134 rojan li Kobanê hûn xistibûn dorpêçê û texmîn dikir ku hûn lawaz in. Lê Rojda Felat derket ku di şeva 45’an êriş bi rê ve dibir û got "Gorên dayikên me li ser vê erdê hene."

Arîn Mîrkan jî hat dîtin ku xwe teqand da ku dorpêça mirinê bişikîne.

Asya Remedan Enter jî derket û got; ji ber ku ji jiyanê hez dikim min çek rakiriye.

Piştî ku Sûriye ji DAIŞ'ê rizgar kir, hikumeta nû ya Sûriyeyê dibêje xwezaya biolojîk û mercên civakî yên jinan rê nadin ku di pergala leşkerî de şer bikin. Bi vê yekê dixwaze deriyê artêşê û ewlehiyê li ber we bigire, mîna ku bêje yên Kobanê rizgar kir û li hemberî bombeyan şer kirin ji parastina welat re nabin.

Lê parastina hafîze û romanên dîrokî berpirsyariya we ye, ji ber ku bidawîbûna pêvajoya şer nayê wateya bidawîbûna şer.

Em piştgiriya xwe bi we re radigihînin. Em ê li tevahî qadên navneteweyî, hemû daxuyanî û tevahî qadên diplomatîk bi we re bin.

 Em ji cîhanê re dibêjin, jinên ku Kobanê rizgar kirine û li hemberî DAIŞ'ê şer kirine dikarin Sûriyeyê ava bikin.

Ji ber ku doza me yek e, em bi we re ne.

Ji Cezayîrê heya Kobanê xwîna şehîdan henasa azadiyê ye. Silav ji berxwedana we û serkeftina we re.

Me hûn bihîstin, me nas kir ku şoreş namire, we li dijî DAIŞ'ê, piştre li dijî hikumetê li ber xwe da."

(bb)