Li Girkê Legê meşa girseyî: Zimanê me nasnameya me ya siyasî û destûrî ye

Li Girkê Legê bi daxwaza ku zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were misogerkirin meşek hat lidarxistin.

5 gulan, 2026   13:53
QAMIŞLO

Tevî xwendekar û mamosteyan bi sedan şêniyên bajarê Girkê Legê bi daxwaza ku mafê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were misogerkirin, meşek li dar xist.

Girseyê pankartên "Zimanê me  nasnameya me ye", "Ez kurdî me, zimanê min kurdî ye", "Zimanê dayikê welat e", "Zimanê me nasnameya me ya siyasî û mafê me yê destûrî ye" û "Em dixwazin bi zimanê xwe bixwînin" vekirin û ji Qada Şehîd Xebat heya Sûka Navendî meşiyan.

Li Sûka Navendî piştî rêzgirtinê mamoste Evîn Yûsif axivî. Evînê di axaftina xwe de anî ziman ku zimanê kurdî hebûna wan e û divê di destûra nû de were misogerkirin.

Her wiha destnîşan kir ku gelê Kurd bedelên mezin dane û dê heya bidestxistina tevahî mafên xwe, têkoşînê bidomîne. Evîn Yûsif banga naskirina zimanê kurdî kir û got zimanê kurdî zimanekê gelekî resen ê herêmê ye.

Di dawiyê de girseyê dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" berz kirin.

(bb)

ANHA