Çeteyên dewleta Tirk careke din bi hev ketin

Çeteyên "Siqûr El Şemal" û çeteyên "El Hemzat" û "El Emşat" careke din li bajarê Mabetayê bi hev ketin. Hemwextî wê çete seferber bûne û tevgerên artêşa Tirk zêde bûne.

Çeteyên dewleta Tirk careke din bi hev ketin
23 îlon, 2024   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih çeteyên "El Hemzat" û "El Emşat" û çeteyên "Lîwa El Şemal" vê carê li bajarê Mabetayê bi hev ketin. 

Şer li nêzî gundê Gemrûk ê bajarê Mabetayê ye. Çeteyan bi çekên navîn û sivîk êrişî hev kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bi bîr xist ku çeteyên "Cebhe El Şamiye" tevgerên xwe li nêzî gundê Kefer Cenê yê bajarê Efrînê zêde kirine û li nuqteyên nû bi cih bûne.

Vê sibê li heman herêman, çete bi çekên sivik û navîn bi hev ketibûn.

Piştî biryara jihevxistina "Siqûr El Şemal" 21`ê Îlonê alozî û şerê çeteyan li herêmên dagirkirî dest pê kir.

(şx)