HRE: Di 2023’yan de 92 çete û dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê di 2023’yan de 34 çalakî li dar xistin. Di encamê de 92 çete û dagirker hatin kuştin.

HRE: Di 2023’yan de 92 çete û dagirker hatin kuştin
1 ÇILE, 2024   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê bîlançoya çalakiyên ku di sala 2023’yan de pêk anîne, aşkera kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2023’yan de bi armanca qirkirinê bi teknîka pêşketî êrişî gelê me kir.

Wekî Hêzên Rizgariya Efrînê ku xwe li ser bingeha parastina şêniyên herêmê bi rêxistin kiriye, me li herêmên Efrîn, Ezaz, Marî, Bab û deverên din ên dagirkirî çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin.

Em li ser soza xwe ne. Em bi israr in ku çalakiyên me ta rizgarkirina herêmên dagirkirî nesekinin.

Di sala 2023’yan de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û balafirên bêmirov ên biçek, çeteyên girêdayî wê jî bi çekên giran, çekên ferdî û dronên xwekuj êrişî gelê me kir. Di encama êrişan de sivîlek şehîd bû û 13 jî birîndar bûn.

Çalakiyên me yên sala 2023’yan wiha ne:

Hêzên me di sala 2023’yan de 34 çalakiyên bibandor pêk anîn. Di encama van çalakiyan de:

3 polîs û 19 leşkerên dagirker hatin kuştin, 32 leşker û 6 polîs birîndar bûn.

70 çete hatin kuştin û 58 çete birîndar bûn.

12 tivingên AK-47 û cercûrên wê, 3 tivingên BKC û zincîrên wê, 2 tivingên B7, 4 bombe, 3 telefon, 2 nasnameyên çeteyan hatin desteserkirin.

5 baregehên dijmin, depoyeke cebilxaneyê, kamereyeke mobese ya germahî û şevê, 6 motorsîklet, 9 maşîne, panzêrek û kamyonek hatin rûxandin.

Dronek hat xistin.

Di sala 2023’yan de 12 hevalên me di çalakiyên li dijî dijmin û êrişên wan de şehîd bûn."

(bb)