Îsraîl-DYA’yê li Îranê 1200 êrişên pêk anîne

Artêşa Îsraîlê aşkera kir ku ji destpêka êrişên xwe yên bi DYA`yê re yên li dijî Îranê, nêzî 2 hezar cih li nava Îranê kirine armanc, nêzî hezar û 200 êrişên hewayî pêk anîne û di encamê de 300 binkeyên avêtina mûşekên balîstîk ên Îranê hatine rûxandin.

Îsraîl-DYA’yê li Îranê 1200 êrişên pêk anîne
4 adar, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniyeke radyoya Îsraîlê, artêşê ragihand kir ku wan nêzî 300 binkeyên avêtina mûşekên balîstîk ên li Îranê rûxandine. Daxuyaniyê her wiha destnîşan kir ku hêza hewayî nêzîkî hezar û 200 êrişên hewayî li ser cih û binesaziyên leşkerî yên têkildarî hêza mûşekên Îranê pêk anîne.

DYA û Îsraîlê di 28`ê Sibatê de êrişên leşkerî li dijî Îranê dan destpêkirin, di encamê de rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî û çend berpirsên din ên payebilind li Tehranê hatin kuştin.